Li Êlihê bi hezaran kes herikîn qada mîtîngê

Li Êlihê gel diherkin mîtînga ku li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî hewldana darbeyê tê lidarxistin.

KJA, KCD, HDP û DBP bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û li dijî darbeyên siyasî û leşkerî bertekên xwe bînin ziman li Statyuma Bajar a 16 Mayis a Êlihê mîtîngê pêk tîne. Mîtîng bi silogana "Li dijî hemû darbeyan demokrasiya radîkal" tê li darxistin. Li qada mîtîngê alên HDP û DBP'ê hatin vekirin. Li qada mîtîngê pankarta “Ne darbe, ne jî OHAL" “Bila mekanîka darbeyê bi dawî bibe", “An demokrasiya tam, an jî qet", "Rêberiya Azad nasnameyaazad" vekirin.

Li qada mîtingê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo” tê berzkirin.