Li navçeya Elbaka Wanê di dema derbazbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû da. Piştî teqînê li herêmê operasyon hate destpêkirin.
Li gorî agahiyan, li ser rêya gundê Koçdagi yê navçeya Elbakê di dema derbazbûna wesayîta leşkerî de teqînê rû da. Hate îdîakirin ku, di teqînê de tu kes nemiriye û birîndar nebûye . Lê belê li ser rê çalekî du metreyî çê bû. Piştî teqînê li herêmê operasyon hate destpêkirin.