Li Efrînê ji bo azadiya Ocalan çalakî

Li Kantona Efrînê ji bo azadiya Ocalan greva birîçîbûnê destpê kir. Welatiyên ku li Taxa Bilbilê dijîn jî daketin kolanan û tecrîd protestokirin.

Hêrsa gel a li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe mezin û bilind dibe.

Li her devera ku kurd lê dimînin, ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev zêdetirî salekê ye didome, kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê, li ser piyan in. Nerazîbûnên li hemberî tecrîdê roj bi roj zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de dayikên aşîtiyê û endamên Kongreya Star ên navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê, ketin gereva birçîbûnê. Jinan çalakiya xwe gerev birçîbûnê li konê ku li Qada 19’ê Tîrmehê ya li Efrînê hatiye vedan, dan destpêkirin. Jinan çalakiya xwe bi daxuyaniyekê destpê kirin.

Çalakiya ku duh ve destpê kiriye, wê heta îro 18.00’an dom bike. Tê payîn ku çalakî bi meşekê bi dawî bibe.

‘HÛN NIKARÎ PÊŞÎ LI FIKRÊN RÊBER APO BIGIRIN’

Endama Rêveberiya Kongreya Hesen Zaxo Hesen daxuyanî xwendin û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê û welatên komploger, dixwazin dawiyê li fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin. Lê belê em weke jinên Rojava, em ji wan re dibêjin ku hûn çiqas hewl bidin hûnê nikaribin ku fikrê rêber Apo yê ku li nava civakê hatiye bicikirin, tine bikin. Em weke jin em wê li hember van kiryarên we bê deng nemînin. Heta ku azadiya Rêberê me were bidestxistin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafê mirovan û konseya ewlekariyê ya NY dikin ku, li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.

Dayikên Atiiyê jî wiha anîn ziman: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Gelên Rojhilata Navîn kevoka aşîtiyê ye. Her wiha ji bo qeyranên ku li Rojhilata Navîn tên jiyîn ew kilîta çareseriyê ye. Ji ber vê yekê sîstemên faşîst tecrîdê li ser wî ferz dikin.”

BANGA LEZGÎN A JI BO RÊXISTINÊN MAFÊ MIROVAN

Ji aliyê din jî bi hezaran şêniyên navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê bi heman armancê meşek lidar xistin.

Meş ji duryana gundê Zeira destpê kir û ber bi navçeyê ve dom kir. Meşvana pankartên ku nivîsên tecrîdê û hêzên komploger şermezar dikin vekiribûn û wêneyên Ocalan hilgirtibûn. Meşvana bê navbera diruşmeyên şermezarkirina tecrîdê berz dikirin.

çalakvanan li lîstikgeha Fotbolê ya li navçeyê rawestiyan. Li vir Hevserokê Tevgera Civaka Demokraîtk (TEV-DEM) yê Kantona Efrînê Mistefa Hesen axivî û bal kişand ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê.

Piştre Endama Rêveberiya Kongreya Star ya navçeya Bilbilê, Gulê Mihemed jî axivî. Gulê got ku heta niha derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd de, ti agahî nayên girtin û got ku divê rêxistinên mafê mirovan derhal destwerdana rewşa wî bikin.