Li Duz Xurmatûyê 2 êrîşên bombeyî pêk hatin

Li bajarê Duz Xurmatû yê wîlayeta Selahaddînê, teqîneke mezin rû da. Çavkaniyên herêmî diyar kirin, ku di teqînê de 3 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarê Duz Xurmatû yê wîlayeta Selahaddînê, teqîneke mezin rû da. Çavkaniyên herêmî diyar kirin, ku di teqînê de 3 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarê Duz Xurmatû yê wîlayeta Selahaddînê, saet di 11:40 de teqîneke mezin pêk hat. Bûyer ji ber teqîna wesayîteke bombebarkirî ya li ber ofîsa Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) a li ser rêya Bexda-Kerkûkê ya li navenda bajarê Duz Xurmatû rû da. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 3 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, heman piştî teqîna destpêkê teqîneke din jî rû daye û di vê kêliyê de jî dengê çekan ji cihê bûyerê tê.