Li Dusseldorfê li dijî faşîzma dewleta Tirk meş
Li Dusseldorf, koma faşîst a Tirk ku bi meşekê piştgirî dan êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hatin protestokirin.

Çalakî ji aliyê Bundnîs ‘Dusseldorf stellt sîce qûer’ DSSQ, Platforma Yekitiya Hêzên Demokratîk û Dijberên Nîjatperestên Tirk ve hate organîzekirin. NAV-DEM, ANTIFA Duss. AGIF, YXK, Akkûstan, ATIF, Cenî-Frauenburo, DGB -Dusseldorf/Bergîschesland, YJK-E (Fraûen aûs Kurdistan), Dîe LINKE, DKP, FIDEF, GEW-Dus, Sendîkeya Mamostayan, Partiya Keskan, Interventionîstîsche Lînke (î fûrîosî, see red), Pîraten-Parteî, Mor Îsyan, SDAJ-Dus, YDG, VVN-BdA (Bûnd der Anîfaschîsten-Dus.) û gelek kes beşdarî meşê bûn.
Girse li navenda Dusseldorf li pêşiya stasyona trenê saet 13:00’an de kom bû, li vir dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de sirûd û helbestên berxwedanê hatin gotin û dirûşmên “Bijî Berxwedana YPS’ê”, “Qatil Erdogan”, “Tirkiyeya Qatil wê hesab dide”, “Jin Jiyan azadî”, “Bijî Berxwedana Nisêbînê”, “Bijî Berxwedana Sûrê”, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin qîrkirin.
Piştî meşê girse hat cihê mîtîngê. Di axaftinên li vir de hate diyarkirin ku 8’ê Adarê li Elmanyayê faşîzmê winda kiriye. Bal hat kişandin ku di roja faşîzmê winda kirî de li Dusseldorfê meşên sosret tên lidarxistin. Her wiha di axaftinan de bang hat kirin ku li hember êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê, polîtîkayên qetlîamê xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin.
Piştî axaftinanan, çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.