Li Dîlokê di wesayîtekê de teqemenî hat dîtin
Li Dîlokê di wesayîteke gumanbar de alavên teqemeniyê hatin dîtin.
Li Dîlokê di wesayîteke gumanbar de alavên teqemeniyê hatin dîtin.
Li Bulvara Gazî Mûhtar Paşa ya girêdayî navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê wesayîteke bi plakaya 21 FN 027 a Peugeot bi guman hat dîtin û hat rawestandin. Di encama lêkolîna wesayîtê de alavên teqemeniyê û yêlekeke ku nehat zanîn bi çi armancê tê bikaranîn hat dîtin.
Du kesên di wesayîtê de hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Dîlokê.