Li Dîlokê 9 makîneyên kar hatin şewitandin

Li Dîlokê 9 makîneyên kar hatin şewitandin

Li navçeya Îslahiye ya Dîlokê gêrîlayên HPG’ê 9 makîneyên kar yên xebata rê dikin şewitandin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, duh şev gêrîlayên HPG’ê li ser herêma ku makîneyên kar yên ji bo golên enerjiyê xebatên rê dikin yên aydê Gruba Zorlu ku di navbera navçeya Hasanbeylî ya Osmaniye û navçeya Îslahiye ya Dîlokê de ye girtin. Di serdegirtinê de gêrîlayan xebatkar bê bandor kirin û piştre 9 makîneyên kar dan ber agir. Piştî bûyerê yekîneyên ku ji Dîlok û Osmaniyeyê veguhestin li herêmê operasyon dane destpêkirin.