Li Dîlokê 7 kes hatin girtin

Li Dîlokê bi sedema tevlî çalakiyên 15’ê Sibatê û Kobanê bûne 7 kes hatin girtin.

Li Dîlokê bi sedema tevlî çalakiyên 15’ê Sibatê û Kobanê bûne 7 kes hatin girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP’ê didomin. Di nav çend rojên dawî de, li Bakurê Kurdistanê nêzî 200 kes hatin binçavkirin, bi dehan kes jî hatin girtin.

Li Dîlokê bi sedema tevlî xwepêşandanên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê û çalakiyên 6-8’ê Cotmehê yên ji bo piştevaniya bi Kobanê re bûne 7 kes hatin binçavkirin.

Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: "Veysî Erkol, Erol Şahîn, Îbrahîm Halîl Şahîn, Nurullah Yilmaz, Metîn Gumuş, Kadîr Karabaş, Yasîn Îlter."

Li bajêr, di nava rojê de zarokên bi navê A.D., S.N., M.N., H.H.A. bi heman sedeman hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.