Li dijî Tabûra Girê Cotyar a li Gabarê ji 3 baskan ve çalakî
Gerîlayên HPG’ê, 5’ê Tebaxê li dijî Tabûra Girê Cotyar a li Gabarê ji 3 baskan ve çalakî li dar xistin. Qasî hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG’ê, 5’ê Tebaxê li dijî Tabûra Girê Cotyar a li Gabarê ji 3 baskan ve çalakî li dar xistin. Qasî hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê 5’ê Tebaxê li dijî Tabûra Girê Cotyar a li Gabarê ji 3 baskan ve çalakî li dar xistin. Detayên çalakiyê wiha ne:
“5’ê Tebaxê saet 13.15’an gerîlayên me li dijî tabûra Girê Cotyar a li qada Gabar a girêdayî Botanê ji 3 baskan çalakî li dar xistin.
Baskê yekem bi roketan li çeperan da, di encama vê de 3 leşker hatin kuştin. Her wiha konteynirek jî hate hedefkirin û agir bi konteynir girtiye.
Baskê duyem jî bi çekên sûîqestê û nîv otomatîk li çeperan da.
Baskê sêyem jî bi çekên giran li çeperan, konteyniran û tankekê da. Yek ji konteyniran şewitî, tank jî hate derbkirin. Li vir qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê, ji ber Tabûrên Girê Cotyar û TRT Gabar qadên derdora xwe dan ber bombeyan, agir bi qadên Geliyê Gurdina, Qermê û Dêrşevê girt. Artêşa TC saet 21.30’an bi helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Harûn Çekdar (Umît Tûran) ê di çalakiyê de ku 30’ê Tîrmeha 2015’an de ku li dijî Girê Cotyar û Girê Once Vatan hatibû lidarxistin, şehîd ketibû hatiye lidarxistin.”