Li dijî Miduriyeta Polîsan ya Şaxê êrîş

Li dijî Miduriyeta Polîsan ya Şaxê êrîş

Di demjimêrên şevê de gêrîlayên HPG’ê li dijî Miduriyeta Polîsan ya navçeya Şaxa Wanê êrîş pêkanî.

Li gorî agahiyan, di demjimêrên şevê yên 20.30’an de gêrîlayên HPG’ê bi roket û çekên lûle dirêj êrîş birine ser Miduriyeta Polîsan ya navçeya Şaxê ku li ser rêya Mareşal Fevzî Çakmak Taxa Adnan Menderese. Di dema êrîşê de roket hatin bikaranîn û pevçûn derket.

Piştî bûyerê polîs û leşkeran li navenda navçeyê operasyon da destpêkirin.