Artêşa Tirk di 17’ê gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Batûfa ya Zaxoye li dijî Kato Sûlê, Gundê Heftenînê û Girê Sîpan ên bi ser Heftenînê êrîşek topbaranî pêk anîn.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got; “Di 17’ê Gulanê de di navbera saet 18.00-21.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Batûfa ya Zaxoye li dijî Kato Sûlê, Gundê Heftenînê û Girê Sîpan ên bi ser Heftenînê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.”