Li dijî girê Genîş, Qirika Masîro û alaya Garê çalakî
Gerîlayên HPG’ê li dijî Girê Genîş, Qirika Masîro û alaya Garê çalakiyek berfireh li dar xistin. Di çalakiyê de ku heta êvarî şer dewam kir, gerîlayan girê Qirika Masîro xistin bin kontrola xwe.
Gerîlayên HPG’ê li dijî Girê Genîş, Qirika Masîro û alaya Garê çalakiyek berfireh li dar xistin. Di çalakiyê de ku heta êvarî şer dewam kir, gerîlayan girê Qirika Masîro xistin bin kontrola xwe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê li dijî Girê Genîş, Qirika Masîro û alaya Garê çalakiyek berfireh li dar xistin. HPG’ê têkîldarî çalakiya ku heta êvarî dom kirî ev agahî parve kirin, “5’ê Tebaxê saet 12.30’an hêzên me li dijî Girê Genîş, Girê Qirika Masîro û Alaya Garê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyên berfireh li dar xistin. Çalakiya li dijî Girê Genîş ji du baskan pêk hat û şer heta danê êvarî dewam kiriye.
Hêzên me bi awayekî bi bandor li girê Qirika Masîro dan û ketin gir. Li girê ku bi temamî hate kontrolkirin, çekek BKC û 1 çeka HK-33 (Melez) hatin rakirin.
LI DIJÎ ALAYA GARÊ BI ÇEKÊN GIRAN ÇALAKÎ
Di heman saetan de gerîlayên me alaya Garê jî bi çekên giran kirin hedef. Piştî çalakiyê balafirên şer qada çalakiyê bombe kirin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi gelek ambûlansan re rakirin, detayên vê çalakiya ku gelek leşker mirin wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK QADÊN GERÎLA BOMBE KIRIN
5’ê Tebaxê saet 11.30-12.00’an balafirên şer ên artêşa TC ji herêmên me yên Parastina Medyayê derdora Şehîdgeha Şehîd Akîf, Deşta Kafya û Qada Navîn a li Garê bombe kirine. Ji ber bomberdûmanê agir bi erazî girtiye.
5’ê Tebaxê saet 15.40’an balafirên şer qada Çiyayê Bosindê yê girêdayî Colemêrgê bombe kirine.”