Li dijî çiyayên Gabar û Cûdî operasyon

Li dijî çiyayên Gabar û Cûdî operasyon

Artêşa Tirk îro li dijî çiyayên Gabar û Cûdî yên di sînorê Şirnex û Sêrtê de operasyonekî bi piştgiriya hewayî dan destpê kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li dijî çiyayên Gabar û Cûdî yên di sînorê Şirnex-Sêrtê de ji aliyê 23’mîn Fermandariya Tûmena Cendirmeyan ya Şirnexê ve operasyonekî bi piştgiriya hewayî destpê kir. Di çarçoveya operasyonê de ji hewa ve tîmên tevgera taybet yên cendirmeyan û ji bejahiyê ve jî bi wesayîtên zirxî gelek leşker veguhestin herêmên Şax û Heblêr yên quntarê çiyayê Cûdî.

Hate ragihandin ku, di operasyona berdewam dike de heya niha pevçûnekê rû ne daye.