'Li dijî bêqanûniyê têkoşîna edaletê'
Endamên Dîwana Edaletê ya KCK'ê Rêvan Kobanê û Mizgîn Ok gotin, "Dixwaze her tiştî li gorî berjewendiyên xwe bimeşîne. Ji bo desthilatdariya xwe her kesî qetil dike."
Endamên Dîwana Edaletê ya KCK'ê Rêvan Kobanê û Mizgîn Ok gotin, "Dixwaze her tiştî li gorî berjewendiyên xwe bimeşîne. Ji bo desthilatdariya xwe her kesî qetil dike."
Endamên Dîwana Edaletê ya KCK'ê Rêvan Kobanê û Mizgîn Ok gotin, "Dixwaze her tiştî li gorî berjewendiyên xwe bimeşîne. Ji bo desthilatdariya xwe her kesî qetil dike."
Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Rêvan Kobanê da xuyakirin, ku dem hatiye gelê Kurd vîna xwe nîşan bide û got, "Em bi dewleteke welê re rû bi rû ne ku dixwaze xwe li ser gelan serdest bike û emrê xwe dirêj bike."
Kobanê got, "Bi taybetî ji 7'ê Hezîranê heta 1'ê Mijdarê divê gelê me, ji bo karibe hebûna xwe biparêze li her qadê xwerêveberiyên xwe xurt bike. Dewlet li hemberî vê berxwedanê, li naverastê ji heft heta heftê salî mirovên me qetil dike û hewl dide tirsê belav bike. Pêwîste gelê me baş bizanibe ku şerekî edaletê tê meşandin. Parastina xwe, bi rêxistinkirina xwe, mafê wan e. Hewce ye gelê me beyî bikeve nava gumanan, berxwedana xwe mezin bike. Li hemberî her êrîşa li dijî hebûna me, bêguman em ê mafên xwe hîn bêhtir biparêzin. Têkoşîna me ne tenê têkoşîneke Kurdîtiyê ye, têkoşîna me li ser hemû nirxên Kurdistanê dimeşe. Ev berxwedan bi taybetî bi pêşengiya jinê bi rê ve diçe. Yên ku li meydanan pêşengiyê dikin jin in. Yên ku herî zêde dikarin xwe bilêv bikin jin in. Mînak; yên ku herî zêde dixwazin komkujiya li Enqereyê bê ronîkirin, jin in".
Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk êdî nikare xwe li azadiya jinan, gelê Kurd û gelên bindest û berxwedana di vî warî de rabigire û destnîşan kir ku yê herî zêde qala edalet û hiqûqê dike hikûmeta AKP'ê ye, lê yê herî zêde bêqanûnî û bêedaletiyê dike jî, dîsa AKP ye.
Rêvan Kobanê axaftina xwe wiha dewam kir: "Dixwaze her tiştî li gorî berjewendiyên xwe bimeşîne. Ji bo desthilatdariya xwe her kesî qetil dike. Halbûkî çavê berxwedêran ne li desthilatdariya wî ye, textê wî naxwazin. Ti kes ne heyranê qesrê ye. Gel bi tenê mafên xwe yên çandî siyasî aborî û civakî dixwazin. Lê belê navendên hiqûqê yên ku van hemû mafan esas digirim, dema mijar Kurd bin deng ji wan dernakevin. Ev hemû navend, hevparên dewleta Tirk in. Hem dikujin, hem jî cenaze radikin. Hemû qanûnên heyî li dora dewletê hatine çêkirin, ne li dora gelan. Ji ber vê yekê divê gelê me baş zanibe ku êrîşên tên kirin, ti ji wan aliyekî xwe yê qanûnî nîne. Ji bo ewlekariya textê desthilatdariyê, qanûnan rojane derdixînin û diguherînin. Dewleta Tirk ketiye rewşeke welê ku hem derewan dike hem jî ji derewa xwe bawer dike. Komkujiyê pêk tîne, lê dibêje em ê yên kirine ronî bikin, lêpirsînê bikin. Mînak; li Pirsûsê komkujî hat kirin, lê kiryar bi tenê ew kesê komkujî pêk anî, hat nîşandan. Destê xwe dirêjî hêza ev komkujî bi rêxistin kir, nekirin. Di rojnameyan de jî bi awayekî vekirî derket holê ku komkujiya li Enqereyê bi agahdarî û rêvebirina polîsan hatiye kirin. Lê belê hiqûqek nîne ku vê darizîne."
Rêvan Kobanê da zanîn ku divê gelê Kurd, bêyî tiştekî ji dewleta Tirk a ti rewabûna xwe nemaye hêvî bike, pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û got, "Girîng e gelê me hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike. Bi ti awayî bi dewletê re nede û nestîne. Li ser bingeha xwerêveberiyan, girîng e hemû pirsgirêkên civakî bi komîsyonên edaletê re di nava demekê de çareser bike. Divê bibe mûxatabên xwe bi xwe. Ji pirsgirêkên civakî re divê civak bibe mûxatab. Li ser vê bingehê divê nêzîkatî li hilbijartinên 1'ê Mijdarê re bê nîşandan. Çend roj berê di televîzyonê de kesekî ev nirxandin kiribû; ji bo 102 hevalên me yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, em ê 102 parlamenteran derxînin. Ev helwesteke rast e. Divê ev helwest li ser sindoqan bi berxwedaneke xurt bê nîşandan. Em bawerin ku gelê me wê di vê hilbijartinê de berxwedan û serketineke mezin nîşan bide û ji gelê xwe re serketinê dixwazin."
'DEWLETA KU EM LI HEMBER ŞER DIKIN, DEWLETEKE EDALETÊ NAS NAKE YE'
Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Mizgîn Ok jî da xuyakirin, ku ji ber hemû gel û baweriyan xwe di nava HDP'ê de civand, hikûmeta AKP'ê serketina vê vînê ya di 7'ê Hezîranê de hezm nekir û serî li şer, komkujî û girtinan da. Ok, mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û diyar kir ku komkujî ji aliyê AKP'ê ve hatiye kirin.
Ok got, "Yê ku komkujî kiriye hikûmeta AKP'ê bi xwe ye. Hikûmeta AKP'ê dibêje di komkujiyê de destê DAIŞ û PKK'ê heye. Hingî ez jî dixwazim vê bêjim; madem herduyan bi hev re ev komkujî amade kir û pêk anî, wê demê çima DAIŞ li hemberî gelê Kurd şerekî ewçend hov dimeşîne. Cîhan hemû dizane ku ev komkujî bi destê AKP'ê hatiye kirin. Çima hînê di saetên destpêkê yên teqînê de, ku lêkolîn neqediya bû Davûtoglû rabû got, şêweyê teqînê bombeya zindî ye. Xuya ye te berê plan kiribû, lewma dizanîbû. Û nav jî di destê wî de hebû." Ok diyar kir ku tevî van hemû êrîşan jî hikûmeta AKP'ê encama ji hilbijartinê hêvî dike bi dest naxe û wê desthilatdariya wê di xeteriyê de ye.
Ok ragihand ku gelê Kurd li hemberî van hemû êrîşan wê li ber xwe bide û got, "Divê hikûmeta AKP'ê vê baş bizanibe, ku gelê Kurd ne gelekî welê ye ku vîna xwe bi tirsê bê şikandin. Di herikîna dîrokê de gelek êrîş, lîstik û komkujiyên bi vî rengî li hemberî Kurdan hatin kirin, lê ti ji wan bi ser neketin. Em hemû baş dizanin ku ne PKK, ne jî gelên alîgirên aştî û demokrasiyê naqedin. Şerê li hemberî gelan çiqasî dijwar be jî, wê gel li ber xwe bidin û vîna xwe di hilbijartinê de bêhtir nîşan bidin."
Ok da xuyakirin ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de wê AKP bi xwarina derbeke giran têk biçe û got, "Çawa ku AKP di 7'ê Hezîranê de têk çû û nikarî bi ser bikeve, di 1'ê Mijdarê de wê bi sed qatên din têk biçe. Girîng e gelê me li hemberî van êrîşan xwe bi xurtî biparêze, ne tenê bi xendek û meşan bi her rê û rêbazan. Ji ber ku dewleta em li hember şer dikin, dewletek, hikûmetek ku edalet û hiqûqê nas nake ye. Ez careke din serketinê ji hemû gelan re dixwazim."