Li Dêrsimê tevgera leşkerî

Li Dêrsimê tevgera leşkerî

Hat ragihandin ku, li Geliyê Pilemûra Dêrsimê liv û tevgerbûnekî mezin ya leşkerî heye, her wiha hate hînbûn ku, yekîneyên taybet li herêmên Sogutlu Çeşme û Gundê Hacerî bicih kirine.

Hat ragihandin ku, bi wesayîtên zirxî leşker veguhestine geliyên Marçîk û Harçîkê yên li Geliyên Pilemûra Dêrsimê cih digirin. Hat hînbûn ku, gelek wesayîtên zirxî li ser Pira Pax rawestandine û yekîneyên taybet li derdora Pira Sogutlu Çeşme û Gundê Hacerî hatine bicih kirine. Li herêmê liv û tevgera leşkerî didome.