Li Dersîmê sewqiyata leşkerî didome

Li navçeya Mazgêrd û 15 gundê Dersîmê qedexe didome, sewqiyata leşkerî jî dewam dike.

Li navçeya Mazgêrd û 15 gundê Dersîmê qedexe didome, sewqiyata leşkerî jî dewam dike.

Li navçeya Mazgêrdê li Alhan, Cefan, Konacik, Seyîtler, Babîl, Aktarla, Koyunuşagi, Dayilar, Îbîmahmut, Dervîşler, Akpinar, Geçîtveren, Sarikoç, Yeldegen û Gûleçê qedexeya derketina kolanan dewam dike, her wiha yekîneyên girêdayî 4. Tûgaya Komandoyan jî bi helîkopteran li herêmê têne danîn.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, li mintiqa Mîlanê şer didome. Li herêmê helîkopter daristanê bombe dikin, bi awayekî dijwar dengê çekan ji herêmê tên.