Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand operasyona di 17’ê gulanê de li derdora Pulumura Dêrsimê hatiye destpêkirin didome. HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk herêma Zapê jî topbaran kiriye.
HPG’ê di daxuyaniya der barê mijarê de ev agahî da; “Ji 14'ê Gulanê û vir ve bi navber li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Zapê, Ertûş û Cilo yên bi ser navçeya Çelêya Colemergê ye û Çiyareşa bi ser bajoraka Şeladiza Amediyêye ji aliyê arteşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê topbarankirin.”
HPG’ê diyar kir ku di 16'ê Gulanê de di saet 17.00'an de li navçeya Pulumura Dersimê li dijî navserên Tavneşî, Geliyê Xarçik û navserên Dokuzkayalar ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi daxistinan operasyonek hatiye lidarxistin û got; “Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”