Li Dêrsimê operasyon

Li Dêrsimê operasyon

Hate ragihandin ku, bi wesayîtên zirxî li herêma Rûbarê Sal yê di navbera Gundê Torunoba û Velî Çeşmesiyê ya Dêrsimê operasyon hate destpêkirin.

Hate hînbûn ku, li derdora Rûbarê Sal yê dikeve navbera Gundê Torunoba û Firtina Velî Çeşmesî ya li ser rêya navçeya Pilûr ya Dêrsimê operasyon hate destpêkirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, di demjimêrên şevê de leşker veguhestin herêmê, hate ragihandin ku, gelek wesayîtên zirxî li gelî jî bicih kirine.