Li Dersîmê li dijî wesayîta leşkerî çalakiya sabotajê
HPG’ê da xuyakirin gerîlayan li dijî wesayîta leşkerî ya ku ber bi Qereqola Amûtka ya girêdayî navçeya Xozat a Dersîmê diçû, çalakiya sabotajê li dar xistine.
HPG’ê da xuyakirin gerîlayan li dijî wesayîta leşkerî ya ku ber bi Qereqola Amûtka ya girêdayî navçeya Xozat a Dersîmê diçû, çalakiya sabotajê li dar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku 9’ê Îlonê gerîlayan li dijî mînîbusek leşkerî ya ku ber bi Qereqola Amûtka ya girêdayî navçeya Xozat a Dersîmê diçû, çalakiya sabotajê li dar xistine û wesayît bi temamî rûxiyaye.
HPG’ê destnîşan kir ku piştî çalakiyê qereqolê ketober erazî daye ber guleyan, wiha ragihand: “6’ê Îlonê saet 05.00-07.00’an balafirên şer ên TC qadên Ertûş û Ciloyê Biçûk ên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bombe kirin.
6’ê Îlonê saet 10.00-12.00’an girê Şehîd Zekî, 7’ê Îlonê saet 12.00-14.00’an qada Garêya Biçûk, saet 16.00-19.00’an jî gundê Kînyanîşê ji hêla balafirên şer hatin bomberdûmankirin. Di encama bombekirina gundê Kinyanîşê de mirovekî me yê welatparêz bi nirx şehîd bûye.
9’ê Îlonê saet 14.30-16.00’an balafirên şer mintiqayên Mervanos û Şehîd Ozgur bombe kirin.
Li xeta Çelê mabeyna yekîneyek gerîlayên me ya 3 kesan pêk dihat û leşkeran de şer rû daye û 3 gerîlayên me şehîd bûne.
BALAFIRÊN ŞER QADÊN GERÎLA BOMBE KIRIN
9’ê Îlonê saet 14.30-15.00’an balafirên artêşa TC ji herêmên me yên Parastina Medyayê, mintiqaya Şkêra Spî, Gola Karker û Şehîd Bêrîtan ên girêdayî herêma Xakûrkê bombe kirine.
6’ê Îlonê li navçeya Gever a Colemêrgê dema yekîneyek me diçû ser wezîfeyê bi artêşa TC re hevrû bûye û şer qewimiye. Pişt şer gerîlayê me yê bi navê Çekdar Amed (Cîhan Gokalp) dîl hatiye girtin.
ARTÊŞA TIRK LI GUNDÊN SILOPIYAYÊ DEST BI OPERASYON KIRIYE
7’ê Îlonê ji hêla artêşa TC’ê ve bi ser qadên Girê Çolya û Hesana de, ku girêdayî Silopiya Şirnexê de operasyonek li dar xistin. Yekîneyên operasyonên hin qûntarên Girê Çolya û Hesanayê girtine, 8’ê Îlonê bi tankan xwestin ku li qada Hesana bi pêş bikevin. Gerîlayên me çalakiyeke siûqestê bi ser van yekîneyên leşkerî de anîne ku dixwestin li qadê bi pêş bikevin. Piştî çalakiyan hin yekîne paş ve vekişiyan, heman rojê sae 10.00’an li qada Bilûrvan bi ser mewziyeke leşkeran de çalakiyeke bi rokêtan pêk anîne û 5 leşker kuştine. Dîsa yekîneyeke me ya dî bi ser leşkerên ku di nav tevgerekê de bûn, çalakiyek kirine, lê hejmara mirî û birîndarên wan li vir nehate zelalkirin. Operasyon 9’ê Îlonê bi paş ve kişiyane.
LI DIJÎ XETÊN ELEKTRÎKÊ YÊN ŞAXÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
9’ê Îlonê saet 22.00’an hêzên me li dijî xetên elektrîkê yên qereqolên Girê Sor, Tingê û Êzdîna yên girêdayî Şaxa Wanê de çalakiyeke sabotajê li dar xistine,. Di encamê de xetên elektrîkê bi temamî têk çûne.
LI MÛŞÊ LI DIJÎ TRENA BAR ÇALAKIYA SABOTAJÊ
9’ê Îlonê saet 20.50’an gerîlayên me bi ser trêneke bar de li nêzî gundê Zengokê ya di navbera Mûş-Elezîzê de çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Ji van vagonan 1 jê bi temamî rûxiya û 7’ên din jî derb xwarine.
9’ê Îlonê artêşa TC’ê li qada Şehîd Rojhat a Licê operasyonek li dar xistine. Ber êvarkî saet 17.20’an dema ku yekîneyeke leşkerî ber bi gundê Qadişê û Êtûna Mermer de diçûn, gerîlayên me ew xistin kontrola xwe û derb li wan xistine. Li vir 3 leşker hatine kuştin û 1 jê jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê leşkeran li araziyê reşandine, operasyon hê jî dom dike .
9’ê Îlonê berê sibehê artêşa TC’ê dema ku kete gundên Goma Ret û Cinezorê yên Licê piraniya araziyê bi obûs û hawanan dane ber bombeyan.
LI TENDUREKÊ PIŞTÎ OPERASYONÊ BOMBERDÛMAN
Artêşa TC’ê piştî ku hêzên xwe ji Tendirûkê vekişandin, pê re pê re, her roj bi obûs, tang û hawanan bombeyan davêje.
9’ê Îlonê saet 15.00’an bi ser minîbûseke leşkeran de ku ji Xozatê ya Dêrsimê ber bi qereqola Amûtka ve diçû, gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Ev minûbûs bi temamî hatiye rûxandin lê hijmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolê bi tofelaqî li eraziyê reşandiye û şewart derketiye. Artêşa TC’ê piştre li vê qadê operasyon daye destpêkirin. 10 leşker dema ku bi komikî sekinîbûn derb xwarin, lê hejmara mirî û birîndaran zelal nebû.
Ev çalakî ji bo ku ji Rêber Apo agahî nehatiye standin pêk hatine.”