Li Dersîmê 20 herêmên din jî ji sivîlan re hatin qedexekirin

Li Dersîmê 12 herêmên girêdayî Pilûr, 5 girêdayî navendê û 2 jî girêdayî Qislê ji sivîlan re hatin qedexekirin.

Di daxuyaniya walîtiyê de hat diyarkirin ku ketina herêmên ku nav û koordînatên wan hatine diyarkirin bêyî fermana amîriyê hatine astengkirin.

Navên cihên hatine qedexekirin wiha ne:

Navenda Dersimê: Taxa Hankoy, Malnên Zozanên Toklûk, Ahpanos, Herêma Alacik (2) Taxa Peter.

Pilûr: Taxa Eroglû, Zozana Çambûlak, Çiyayên Mercan, Çemê Kiran, Girê Kinali, Zozanan Golan, Taxa Egercî, Dûbektaşi, Taxa Kiziloren, Çemê Sal Pişkiktaşi, Çiyayê Karaoglan, Taxa Yarpûzlû û Derbazkera Alîsirti.

Qislê: Dokûzkaya, Tavuklû Dogantaş