Li Dêrsim di serdegirtina malan de 12 endam û xebatkarê Komeleya Gelan ya Demokratîk yên Dêrsimê (DDHD) hatin binçavkirin.
Li Dêrsimê serê sibê polîsan di ser malên xebatkar û endamên DDHD'ê de girtin. Ligel malan polîsan di ser Komeleya Gelan ya Demokratîk de jî girtin û heta niha 12 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Polîsan ya Navendê û sedema binçavkirin nehate zanîn.
Endamên DDHD'ê dê têkildarî binçavkirina di demjimêrên pêş de daxuyaniyê bidin çapemeniyê.