Li Dêrsim û Erziromê 2 kes hatin binçavkirin

Li Dêrsimê Harun Baran ê di koma ku çûn serdana "Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" de cih digirt, li navçeya Qereyaziyê Mustafa Altay di kontrola rê de hatin binçavkirin.

Li Dêrsimê Harun Baran ê di koma ku çûn serdana "Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" de cih digirt, li navçeya Qereyaziyê Mustafa Altay di kontrola rê de hatin binçavkirin.

Li Dêrsimê Harun Baran ê di koma ku çûn serdana "Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" a ji aliyê leşkeran ve hate xirakirin de cih digirit dema ku vegeriyan bi hinceta der barê wî de biryara lêgerînê heye hate binçavkirin.

Baran ê hate binçavkirin bi Midûriyeta Polîsan.

Li navçeya Qereyazî ya Erziromê jî Mustafa Altay dema kontrola rê de hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Altay nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Qereyaziyê.