Li Dersîm û Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, roja 4'ê Gulanê di çalakiya li hemberî artêşa Tirk a li Dersîmê derket operasyonê de 5 leşker hatin kuştin. Navendê der barê çalakiyên li Gever û Şemzînanê de jî agahî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku çalakiyên li dijî artêşa Tirk ji bo bıranîna gerîlayên li Amedê jiyana xwe ji dest dan hatin lidarxistin.

LI DERSÎMÊ DERBEKE LI ARTÊŞA TIRK A DERKET OPERASYONÊ HAT XISTIN

Navendê diyar kir, ku derbeke giran li artêşa Tirk a li Dersîmê derket operasyonê hat xistin û ev agahî hat dayîn:

"4'ê Gulanê saet di 20:00 de artêşa TC li herêmên Xiştan, Derwêşan, Şobek, Îbnî Mahmût ên navçeya Dersîm Mazgêrdê bi desteka balafirên keşfê yên bêmirov operasyonek da destpêkirin. Hêzên me yên gerîla roja 5'ê Gulanê saet di 08:00 de liv û tevgera li vê derê xistin bin kontrola xwe û saet di 12:30 de li kaşê Derwêşanê xwe berdan nava leşkerên li vê derê bi cih bûbûn. Ji du baskan ve derbên xurt li leşkeran hatin xistin û li vê derê 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Kobra û balafirên şer li kaşê Derwêşan, derdora Îbnî Mahmût û Xiştanê bombe kirin. Her wiha maşînên zirxî bi çekên giran gule li van herêman reşandin.

Piştî vê liv û tevgerê, artêşa TC avêt ser gundên li derdorê û gelek gundî binçav kir. Artêşa TC piştre bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Artêşa TC nîvê şevê li herêmê kemîn jî danî. Operasyon roja 6'ê Gulanê bi rengekî bê encam mayî bi dawî bû. Çalakiyên li hemberî van hêzên operasyonê, ji bo bîranîna Azad Sîser û 5 hevalên me yên pê re şehîd ketin, hatin lidarxistin."

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA BI BANDOR

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 6'ê Gulanê saet di navbera 10:00-14:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran li artêşa Tirk a li derdora girê Genîş ê navçeya Colemêrg Şemzînanê bi cih bûbû, xist. Kuştî û birîndarên leşkeran ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin.

6'ê Gulanê saet di navbera 14:00-15:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li qada Şehîd Havîn a li Şemzînanê barandin."

ÇALAKIYA LI GEVERÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya li dijî qereqola Leylek a li Geverê jî ev agahî da:

"6'ê Gulanê saet di navbera 10:00-16:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî artêşa TC a li derdora girê Leylek ê li navçeya Colemêrg Geverê bi cih bûbûn, bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn nehat zelakirin."