Li bejahiya navçeya Dêrikê operasyona leşkerî hate destpê kirin.
Di demjimêrên serê sibehê li bejahiya gundên Gundik, Berkevir, Mancel, Gultahtin, Kanîspî û Kanîhinarê yên ser bi navçeya Dêrîka Mêrdînê bi tevlîbûna sedan leşkerî operasyon hate destpê kirin. Beriya 4 rojan jî li heman herêmê operasyon hatibû pêkanîn.