Li Colemêrgê operasyon û sewqiyata leşkerî

Li herêma Talê ku li ser rêya bejahî ya navbera Colemêrg-Çelê de ye, li çûn û hatinê hat girtin. Piştî biryara qedexeyê, gelek leşker sewqî vê herêmê hatin kirin.

Li herêma Talê ku li ser rêya bejahî ya navbera Colemêrg-Çelê de ye, ji aliyê leşkeran ve li çûn û hatinê hat girtin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, leşkerên Tirk nahêlin gundiyên li herêmê biçin û bên.

Piştî ragihandina vê qedexeyê, tevî gelek maşînên zirxî gelek leşker hatin veguhastin.

Li aliyê din li benda kontrolê ya jendermeyan a Depîn, ku li ser rêya Colemêrg-Çelê ye, gelek maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra û Kîrpî disekinin.