Di demjimêrên serê sibehê de li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê liv û tevgera hewayî pêkhat.
Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê ji demjimêrên serê sibehê ve liv û tevgera hewayî destpê kiriye. Hate diyarkirin ku, helîkopterên ku ji 34’mîn Fermandariya Tûgaya Hidût rabûn leşker veguhestin baregehên leşkerî yên li Çiyayê Gomanê, her wiha gelek helîkopter ber herêma Rûbarokê ve jî çûn. Liv û tevgera hewayî ya ji sibehê ve destpêkir hêjan didome.