Bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê li ser banga BDP’ê weke li gelek bajaran, li Colemêrgê jî çalakiya birçîbûnê ya girseyî destpêkir. Çalakiya birçîbûnê ya li baxçeyê çayê yê Şaredariyê destpêkir, nûnerên saziyên sivîl û gel jî beşdar dibin.
Li ser banga BDP’ê weke li gelek bajaran li Colemêrgê jî çalakiya birçîbûnê ya girseyî destpê kir. Çalakiya birçîbûnê ya li baxçeyê çayê yê şaredariyê destpêkir, Endamên MP ya BDP’e M.Sidik Akiş, Hasan Gulez, Şaredar Fadil Bedirhanoglû, Serokê BDP’a Bajar Rahmî Kurt, KESK, KURDÎ-DER, HESOB, Odeya Esnafan, ÎHD, Dayîkên Aştiyê, xizmên girtiyên di grevê de, endamên meclîsa şaredarî û bajar nêzî 500 kes tevlîbûn.
Beriya çalakiya birçîbûnê ya hate destpêkirin, Serokê BDP’a Bajar Rahmî Kurt daxuyaniyek kurt da û got, ew ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya beriya 67’an destpêkir û îro 10 hezaran girtî tevlîbûne, em îro li Colemêrgê bi awayek girseyî tevlî çalakiya birçîbûnê dibin.
Kurt xwest kal, nexweş û zarok nekevin çalakiyê û têkildarî çalakiya li ser banga partiya wan îro di demjimêr 10.00’an de destpê dike û heya sibe demjimêr 16.00’an berdewam bike wiha axivî: “ Weke hûn hemû dişopînin hevalên me îro 67 rojin di çalakiya birçîbûnê de ne. Ji bo em xwedî li daxwaz û çalakiya girtiyên di grevê de derbikevin tişta ji destê me tê em hewil didin bikîn. Em dê ji mirina re bêdeng nemînin. Em dê destûr nedin cenaze ji zindanan derbikevin.”
Beriya çalakiya birçîbûnê ya girseyî ji bilî dermanfiroş û firinan hemû cihên kar nehatin vekirin, piraniya kesên tevlî çalakiya birçîbûnê bûn kûrdeleyekî sor li xwe ve kirin û hinek jinan jî kûrdeleya ‘Roja 67’ lê nivîsî bi xwe ve kirin.