Li Colemêrgê gelek herêm hatin qedexekirin
Li gelek herêmên navçe û navenda Colemêrgê “Herêmên ewlekariya taybet” hatin îlankirin, heta 30’ê Tebaxê ji welatiyên sivîl re hate qedexekirin.
Li gelek herêmên navçe û navenda Colemêrgê “Herêmên ewlekariya taybet” hatin îlankirin, heta 30’ê Tebaxê ji welatiyên sivîl re hate qedexekirin.
Gelek qadên li navçeya Gevar, Çelê, Şemzînan û navenda Colemêrgê ji aliyê Walîtiyê ve ‘Herêmên Ewlekariya Taybet” hatin îlankirin, hate qedexekirin Herêmên ku heta 30’ê Tebaxê ji sivîlan re hatin qedexekirin wiha ne:
Herêmên Koryûrek – Samanlî, herêma Mehendê, herêmên Işikli-Kavuşak, girên Kuçe, Meydan, Yayla -2792, Muzgikaya, herêmên Beyaz-Bala, Arsen- Kirkidag, Otluca Kişlasi, Bas, Keşe, Erdagi Dikenli, Kilile, Cernil, Ganizark, Bulhari, hawirdora çiyayê Busindi, herêma gira Meskan, herêma Kavakli, Meydan Belek, Zeynep, derdora kaniya Kekli- Harman, herêma Ganizark û Kovan -Arsan.