Li Colemêrgê 4 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk danê vê sibehê li Colemêrgê avêtin ser malan û 4 kes binçav kirin.
Polîsên Tirk danê vê sibehê li Colemêrgê avêtin ser malan û 4 kes binçav kirin.
Li Colemêrgê, di serdegirtina malan de Sekreterê Giştî yê berê yê Îdareya Taybet a Bajêr Suleyman Kaya, karsaz Lokman Ozerk û Remzî Ozdemîr, Bişar Mavîgoz hatin binçavkirin. Her çar kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Di vê navberê de 9 kesên ku di 12'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, hê jî li emniyetê tên girtin.