Li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li hemberî leşkerên Tirk ên li Colemêrgê kemîn danîn, çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk ên demên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Ev 2 roj in bejahiya gundê Xezalkê ya li herêma Derave Talê ya Colemêrgê, artêşa TC kemînê datîne. Hêzên me yên gerîla dor li van leşkerên kemîn danîn girtin, roja 4'ê Gulanê saet di 15:40 de xwe nêzî konên van leşkeran kirin û bi çekên nîv otomatîk û ferdî li wan dan. Di encama çalakiyê de konek hat îmhakirin û 3 leşkerên tê de hatin kuştin. Her wiha konên din ên leşkeran jî hedef hatin girtin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Geverê hatiye lidarxistin.

Roja 4'ê Gulanê saet di navbera 11:00-12:00 de 3 helîkopterên bi tîpa Kobra êrîşî girê Çeperê Şêxa yê li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Hêzên me yên gerîla jî bi çekên giran derbên bi bandor li Kobrayan xistin û yek ji van helîkopterên Kobra derb xwar. Li ser vê yekê helîkopterên Kobra neçar man xwe vekişînin.

4'ê Gulanê saet di navbera 08:00-08:30 de helîkopterên Kobra li girê Stuna yê li navçeya Şirnex Qilabanê xistin. Hêzên me yên gerîla bi çekên giran di cih de bersiv dan vê êrîşê û helîkopterên Kobra neçar man xwe vekişînin.

4'ê Gulanê saet di navbera 10:30-13:30 de hêzên me yên gerîla, li hemberî artêşa TC a li derdora girê Çeperê Şêxa yê li herêma Metîna bi cih bû, bi çekên giran çalakî pêk anîn. Lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehat zelakirin.

4'ê Gulanê saet di navbera 17:00-17:30 de hêzên me li hemberî Qereqola Serbesta ya li navçeya Şirnex Qilabanê bi çekên giran çalakî lidar xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

4'ê Gulanê saet di 12:30 de li hemberî qereqola Amutka ya navçeya Dersim Xozadê, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

Roja 3'ê Gulanê saet di 16:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran li hemberî leşkerên TC ên li derdora Geniş Tepe yê li navçeya Colemêrg Şemzînanê bi cih bûbûn, çalakiyek pêk anîn."