Li Colemêrg û Geverê derabe nehatin vekirin, gel di grevê de ye

Li Colemêrg û Geverê derabe nehatin vekirin, gel di grevê de ye

Bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd, li Colemêrg û navçeya wê Geverê derabeyên dikanan nehatin vekirin. Hemû kargeh hatin girtin û gelê bajar û navçeyê ji bo du rojan dest bi greva birçîbûnê kir.

Li Colemêrg û Geverê tenê dermanxane vekirî ne, polîsan li her derê tedbîr girtin.

Li aliyê din, dê li Geverê îro saet di 11.00 de ji aliyê rêveberiya BDP’ya navçeyê daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin.

Li Colemêrgê jî gel li ber avahiya şaredariyê li hev kom dibin.