Li Colemêrg, Agirî û Şirnexê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Şirnex, Colemêrg û Agiriyê agahî da.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Şirnex, Colemêrg û Agiriyê agahî da.
Li gorî daxuyaniyê ya ku di malpera HPG’ê de cih girtî, li Colemêrgê 2, li Şirnexê 4 û li Agiriyê 2 leşker hatin kuştin.
HPG’ê her wiha got, ‘’li Amedê M. Devran Ayirbaz ê ku sîxuriya dewleta Tirk kirî hatiye cezakirin.’’
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
LI GEVERÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di nav çarçoweya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me 12’ê Cotmehê saet 12.50’î li Colemêrg Geverê, bi ser yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker de dem ku ji girê Sîvrî ber bi qada Çarçella rê dihate çêkirin bi hewla ewlekariya xebatên rê bûn, çalakiyek li dar xixstin. Ji du aliyan ve li yekîneya dijmin hate reşandin, diyarbûyî 2 leşker hatin kuştin, du mewziyan jî hatin tinekirin.
Hêzên me yên gerîla bi hevdemî yekîneya dijmin a li ser girê Sivrî kirine hedef. Derbeke serkeftî li kozikên dijmin hate xistin, di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne baş diyar nebû. Piştî çalakiyê hêzên dagirker xebatên çêkirina rê rawestandin, qad dane ber obûs û hawanan.
LI ESENDEREYÊ OPERASYON
8’ê Cotmehê artêşa TC’ê ya dagirker gundên Şîşemzî, Xurekan û Zerellî yên li qada Esendere ya Colemêrgê bombe kirin. Piştî bombekirinê hêzên dagirker li qadê operasyon dane destpêkirin û bi ser gunê Şîşemzî û Xurekan de girtin. 11’ê Cotmehê hêzên dagierke ji gund vekişiyan, yekîneyên veşartî operasyona li qadê berdewam kirin.
LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ: 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
11’ê Cotmehê artêşa TC’ê ya dagirker li mintiqeyên Girê Kaplan, Gundê Pîran, Gundê Mîhtê, Gundê Hozê, Girê Rizdê yên bi ser Qilebanê ya Şirnexê de operasyonek kirin. 12’ê Cotmehê hêzên me bi ser yekîneya operasyonê ya herêmê de çalakiyek li dar xistine. Derbeke serkeftî li yekîneyên dijmin hatiye xistin, 4 leşker hatine kuşti nû 3 leşker birîndar bûne.
LI BAZIDÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
12’ê Cotmehê li nêzî qereqola Serêkaniyê ya Bazidê ya Agiriyê yekîneyeke xef ketiye ber kontrola hêzên me. Hêzên me yekîneya veşartî demekê di kontrolê de hiştine û hemanrojê saet 11.00’an kirine hedefê de. Ji nêz ve derb li yekîneyên dijimn hatiye istin, 2 leşker hatine kuştin.
‘LI AMEDÊ SÎXUREK HATE CEZAKIRIN’
Kesekî bi navê Mehmet Devran Ayirbaz ku hevkarî bi dijmin re kiriye û rola wî di şehîdbûna hevalên me de heye 11’ê Cotmehê li Amedê ji hêla hêzên me ve hatiye cezakirin.