Li Colemêrg 9 jê zarok 13 kes hatin binçavkirin

Li Colemêrg 9 jê zarok 13 kes hatin binçavkirin

Li Colemêrgê di demjimêrên serê sibehê de di serdegirtina malan de 9 jê zarok 13 kes hatin binçavkirin.

Li Colemêrgê di demjimêrên serê sibehê de gelek tîmên tevgera taybet û polîsan di ser gelek malan de girtin. Bi hinceta ku tevlî xwepêşandana bûne Sûat Oktar, Rojhat Muhamet Sevînç, Rojhat Akinlar, Beyan Tûrsûn û zarokên bi nave A.A (16), C.T. (17), N.K. (16), M.E. (16), H.Ç. (15), C.D. (16), A.O. (16), H.T. (17) û O.E. (15) hatin binçavkirin. Hate dîtin ku, kesên binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê.