Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 1 jê zarok 7 ciwan binçav kirin.
Yekîneyên polîsan û timên taybet serê sibê li taxa Nûrê ya navçeya Cizirê bi ser gelek malan de girt û li malan lêgerîn pêk anî. Polîsan di serdegirtina malan de Veysî Baglan (18), Eyup Uykur (20), Ahmet Babrak (19), Aydin Erol (18), Mehmet Daneri (18), Ahmet Balik û M.B. (17) binçavkirin. Polîsan 7 ciwanên ku binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.