Li Cizîrê Turhan ê ku polîsan gule berdanê çavê wî kor bûn
Li Cizîrê Huseyîn Tûrhan ê ku di bin çavan de polîsan gule berdabûnê, tedawî ya wî didome. Hat diyarkirin ku çavekî Tûrhan kor bûye.
Li Cizîrê Huseyîn Tûrhan ê ku di bin çavan de polîsan gule berdabûnê, tedawî ya wî didome. Hat diyarkirin ku çavekî Tûrhan kor bûye.
Di 13'ê Hezîranê de welatiyê bi navê Huseyîn Tûrhan, ji ber di navbera wî û hevjîna wî de nîqaş derketibû, ji hêla polîsan ve hatibû binçavkirin. Tûrhan ê dema dibirin nexweşxaneyê, bi guleya polîsan bi giranî birîndar bibû û ew ji bo tedawiyê şandibûn Amedê. Polîsan diyar kiribû ku "Me keleş vekirî ji bîr kiribû, bi xeletî lê ket." Tûrhan ê li Nexeşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin, ji kemax, zik û çavên xwe birîndar bibû û ji bo gule ji laşên wî derxin hatibû emeliyatkirin.
Tûrhan ê ku ji zikê xwe gule xwaribû, di emeliyatê de guleya zikê wî hat derxistin û beşeke roviyên wî hatin girtin, lê perçeyên guleyên li kemex û çavên wî de hê jî dimînin. Tûrhan ê ku rewşa xeter li ser xwe avêt, ji ber perçeyên guleyan ku li çavên wî ket, çavekî wî kor bû.
Xaltiya Tûrhan Mûazzez Gelegele bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku li Cizîrê ewlehiya canê wan nemaye û eşkere kir ku polîs ti carî çeka xwe girtî nahêlin û her dem çekên wan vekirî ne.