Li Cizîrê derabe hatin daxistin, pevçûn dest pê kir

Li Cizîrê derabe hatin daxistin, pevçûn dest pê kir

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê derabeyên dikan û kargehan nehatin vekirin û di navbera girseya xwest bimeşe û polîsan de pevçûn rû da.

Çalakiya girtina derabeyan a duh li Cizîrê dest pê kir îro jî berdewam kir. Li navçeyê tenê nanpêj û dermanxane hatin vekirin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê girseyê kirin. girseyê jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Girseyê li ser rêya Cizîr-Hezexê bend danîn û rê li trafîkê girtin.

Hate zanîn ku greva birçîbûnê ya li Parka Ozgurlukê bi girseyî hatibû destpêkirin jî dê bi dawî bibe.