Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk, çalakiya birçîbûnê ya girseyî dane destpêkirin, polîsên AKP’ê bi bombeyên gazê êrîş kir.
Piştî ku polîsên AKP’ê êrîşî çalakiya birçîbûnê kir, çalakvan ji qadê derketin û di nava kolana de di navbera xwepêşandan û polîsan de pevçûna rû da.
Li dijî êrîşa polîsan ya bombeyên gazê û ava şit, xwepêşandana jî bi keviran bersiv da, hate ragihandin ku, gel careke din hewil dide biçin qada çalakiya birçîbûnê.