Li Çiyayê Katoyê operasyonek berfireh

Li Çiyayê Katoyê operasyonek berfireh

Di navbera gundên Germav û Setkar yên herêma Çiyayê Katoyê operasyona leşkerî da destpê kirin.

Li bejahiyên gundên Germav, Geznex, Şekalowa û Setkarê yên girêdayî navçeya Bêşebaba Şirnexê operasyona leşkerî ber bi Çiyayê Kato dan destpêkirin. Hat ragihandin ku, operasyona ku hêjmarek zêde tîmên tevgera taybet jî tevlîbûyîn, bi wesayîtên zirxî leşker li cihên stratejîk bicih kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, li herêmê tevgerek mezin ya helîkopteran heye, hat hînbûn ku li bejahiya Meydana Koylayê wesayîtên zirxî bicih kirine. Hat diyarkirin ku, ketin û derketinên gundên li herêma operasyonê hatine qedexekirin û her wiha veguhestina mezin ya leşkerî didome.