Bi hezaran kes derketin Çiyayê Cudî yê Şirnexê yê ku di pevçûnê de 5 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe lê ji dest dane. Ji bo cenazeyan peyda bikin zêdetirê 100 kes li Çiyayê Cudî yê asê dest bi lêgerînan kir. Gelê Şirnexê bi derfetên xwe ber bi qadê ve diherinkin. 5'ê mijdarê de li herêma Çîrçîrokê ya Çiyayê Cudî ya Şirnexê di pevçûnekê de 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan û cenaze li herêma pevçûn hatin hiştin. Ji bo cenaze ji herêma pevçûnê bên girtin bi hezaran kes serê sibê li gundê Kaniya Masiyan hatin cem hev û ber bi Çiyayê Cudî ve dest bi hilkêşandê kirin. Li quntarê Çiyayê Cudî leşkeran bi barîkatan girse rawestand.
Tevî Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, şaredarên herêmê yên bajar û navçeyan, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER û bi sedan welatî li herêmê tên sekinandin. Bi helîkopteran gelek yekîneyên taybet sewqî herêm hatin kirin û girse dorpêçkirin.
Piştî hevdîtinan ji bo cenazeyan bigirin 40 kes kêmin û li ser vê yekê destûra koma ji 100 kesan pêk tê hate dayîn. Gelek leşkerên robokop û yekîneyên taybet û wesayîtên leşkerî qada welatî lê dorpêç kirin.
GELÊ ŞIRNEXÊ BER BI ÇIYAYÊ CUDÎ VE DIHERIKE
Gelê Şirnexê yê bihîstî welatî di dorpêça leşkeran de bi derfetên xwe ber bi quntarê Çiyayê Cudî ve diherike. Welatiyên dixwazin biçin qada welatî lêtên girtin ji lêgerînana re derbas dibin. Li herêm gelek helîkopter nizim difirin.
Li aliyê din cihê lêgerîna cenazayan lêtê kirin ji ber ku gelek asê ye li bendê ne ku herî zû heta sibê cenaze bên dîtin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, diyar kir ku ew li benda bihestiyariya gelê Şirnexê ne û xwest ku hemû kes xwedî li cenazeyan derbikeve.