Li Çewlikê pevçûn

Li Çewlikê pevçûn

Di encama operasyoan artêşa Tirk bi beşdariya cerdevanan li bejahiya navçeya Dara Hênê ya Çewlikê daye destpêkirin de pevçûnek rû da û di encamê de cerdevanek birîndar bû.

Artêşa Tirk tevî cerdevanan li bejahiya gundên Yenîyazi û Doganca yên navçeya Dara Hênê ya Çewlikê operasyonek dan destpêkirin. Di encama operasyonê de pevçûnek qewimî. Hat diyarkirin ku cerdvanê bi navê Sadretîn Becerîklî birîndar bû. Hat angaştin ku gerîlayek jî jiyana xwe ji dest da.

Operasyona li herêmê berdewam dike.