Li Bremenê meşa li dijî qedexeya li ser PKK'ê

Li bajarê Elmanya Bremenê, ji bo qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, meşek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Bremenê, ji bo qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, meşek hat lidarxistin.

Ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê ya ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye, li ser banga partiay mûxalefeta bingehîn Partiya Çep a li Meclîsa Federal, wê rûniştineke taybet pêk were. Beriya rûniştinê, duh li bajarê Elmanya Bremenê meşek hat lidarxistin.

Meş ji aliyê Platforma Piştevaniya Kurdistaniyê ya ji demokratên çep ên Elman pêk tê ve hat organîzekirin. Di meşa ku NAV-DEM, Partiya Çep, Partiya Komunîst, DÎDF'ê jî destek dayê de, bi sedan Kurdistanî û dostên gelê Kurd amade bûn.

Di meşê de, der heqê qedeya li ser PKK'ê ya ji sala 1993'an û vir ve tê meşandin de, hatin belavkirin. Di belavokê de hat destnîşankirin ku PKK bi awayekî derveyî hiqûqî hatiye qedexekirin û daxwazên azadiyê yên gelê Kurd hatine krîmînalîzekirin.

Di belavokê de hat ragihandin, ku girîng e qedexeya li ser PKK'ê û krîmînalîzekrina gelê Kurd tavilê bên terikandin û bal hat kişandin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi hevkariya dewleta Tirk ên li Şengal û Kobanê. Di meşê de bi qîrîna dirûşman bal hat kişandin ser berxwedanên li Kobanê û Şengalê û alên YPG, YPJ û KCK'ê hatin hilgirtin.

Li dû meşa li ber HBF bi dawî bû, mîtîngek hat lidarxistin.