Li Bochûmê meşa ji bo piştgiriya Nisêbînê

Li bajarê Elmanya Bochûmê, ji bo piştgirîdayîna Nisêbînê meşek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Bochûmê, ji bo piştgirîdayîna Nisêbînê meşek hat lidarxistin.

Li hemberî qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê ku 11 roj in dewam dike û komkujiyên hêzên dewletê li Nisêbînê dikin, Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Bochûmê dijîn, meşiyan.

Zêdeyî 200 Kurdistanî saet di 16:00 de li ber gara trenê ya Bochûmê civiyan û bi reng û alên gelê Kurd ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Di meşê de bênavber dirûşmên "Kujer Erdogan, kujer AKP" û "Bijî Berxwedana Nisêbînê" hat qîrîn. Girseya gel a xwe gihand pêşiya Rathaûs a Bochûmê, li ser qedexe û komkujiyên dewlet li Nisêbînê û bajarên din ên Kurdistanê dike, belavokek xwendin. Piştî xwendina belavokê çalakî bi dawî bû.