Li Bismilê mirina bi guman a zarokekê

Li Bismilê Elîf Kiliç a 16 salî, li malê bi awayekî bi guman mirî hate dîtin.

Li Bismilê Elîf Kiliç a 16 salî, li malê bi awayekî bi guman mirî hate dîtin.

Li Taxa Dîcle ya Bismil a Amedê zaroka bi navê Elif Kiliç a 16 salî, 4 roj berê li malê kuştî hat dîtin. Malbatê îdîa kir ku Kiliç li malê bi çifteyê gule berdaye zikê xwe. Dema Elîf rakirin nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest daye. Piştî rapora otopsiyê cenazeyê Elîf li Goristana Bismilê hate definkirin.

Hat zanîn ku 25 roj berê malbatê xwestiye Elifê bi pismamê wê re bizewicînin. Hate hînbûn ku ji ber Elîf li dijî zewacê derketiye, gelek caran wê û birayê xwe niqaş kirin.