Li Berwariyê teqîn, kesek birîndar bû

Li Berwariyê teqîn, kesek birîndar bû

Di teqîna li navçeya Berwariya Sêrtê de welatiyek birîndar bû.

Dema ku Selahattîn Yildirimê li gundê Şoz ya navçeya Berwariya Sêrtê dijî di demjimêr 12.00'an de ji bo dar berhev bike bi traktora xwe ji gund derketî, di derketina gund de teqîn pêk hat. Yildirimê ku di teqînê birîndar bû rakirin nexweşxaneya dewletê ya Berwariyê û ji wê derê jî sewqî nexweşxaneya dewletê ya Sêrtê kirin. Hat ragihandin ku rewşa Yildirim başe.