BI DÎMEN

Li ber Midûriyeta Emniyetê ya Elezîzê teqîneke dijwar rû da

Li ber Midûriyeta Emniyetê ya Elezîzê teqîneke dijwar rû da. Gelek ambûlansan berê xwe dan cihê bûyerê. Di bûyerê de bi dehan polîs mirin.

Li ber Midûriyeta Emniyetê ya Elezîzê teqîneke dijwar rû da. Gelek ambûlansan berê xwe dan cihê bûyerê.

Şahidên bûyerê yên ji televîzyonên Tirkan re axivîn gotin, wesayîtek li ber avahiyê hatiye teqandin û bi dehan polîs mirine. Şahidekî jî got, herî kêm 50 kes mirin e.

Di encama teqînê de, wesayîtên li ber avahiya emniyetê şewitîn û dar ji kokê ve rabûn. Dengê teqînê ji 5 kîlometreyan hat bihîstin.

Ji ber teqînê, avahiya emniyetê ya ji 5 qatan xera bû. Her wiha xisareke mezin li lojmanên polîsan ên li vê derê bû.

Tê gotin, di encama vê teqînê de gelek polîsên Tirk mirin e û birîndar bûne.