Li benda kontrolê ya polîsan a li Dersîmê teqînek pêk hat
Li benda kontrolê ya polîsan a Kemere Bel a li navenda Dersîmê teqînek pêk hat. Piştî teqînê dengê çekan ji herêmê hat.
Li benda kontrolê ya polîsan a Kemere Bel a li navenda Dersîmê teqînek pêk hat. Piştî teqînê dengê çekan ji herêmê hat.
Li benda kontrolê ya Kemere Bel, ku ji bo kontrolkirina Geliyê Mûnzûrê hate danîn û li cihekî navbera navenda Dersîmê û navçeya Pulurê ye, teqînekê rû da. Piştî teqînê dengê çekan hate bihîstin.
Gelek ambûlans û maşînên zirxî berê xwe dan herêmê.
Hêzên dewleta Tirk dor li derdora Nexweşxaneya Dewletê ya Dersîmê girtin e.
Rêya Dersîm-Pulurê jî l trafîkê hat girtin.
Çavkaniyên herêmî dibêjin, gelek kuştî û birîndar hene.