Li bejahiya navbera Lîcê û Dara Hênê operasyon

Li bejahiya navbera Lîcê û Dara Hênê operasyon

Li bejahiya navbera Licê û Dara Hênê operasyona leşkerî hate destpê kirin. Hate zanîn ku di çarçoveya operasyonê de gelek helîkopterên kobra û skorsky jî arasteyî herêmê hatine kirin.

Ji aliyekî operosyona ku li bejahiya gundên Derhust, Çinezur û Sîsiyê yên girêdayî navçeya Lîceyê ya Amed hatibû destpê kirin didome ji aliyê din ve jî hate zanîn ku, li bejahiya navbera navçeyên Lîcê û Dara Hênê jî operasyonekî leşkerî hatiye destpê kirin. Nêzî 2-3 demjimêra ku tevgerên helîkopterê yên skorskyan li herêmê zêde bûne û tê gotin ku yekîneyên taybet yên artêşa tirk li herêmê tên daxistin. Di opersyona ku li başûr û bakûrê Lîcê didome de her wiha helîkopterên kobrayê jî têne bikaranîn. Derbarê opersyonê de agahiyên berfireh nehate bi dest xistin.