Li bejahiya Lîce-Hezroyê operasyona bi piştgiriya hewayî

Li bejahiya Lîce-Hezroyê operasyona bi piştgiriya hewayî

Duh piştî bombebarankirina zêde ya li bejahiya navbera gundê Dêrxust û Sîsê yên navçeya Lîceyê, îro jî di demjimêrên serê sibehê de li bejahiya Lîce-Hezroyê operasyona bi piştgiriya hewayî hate destpêkirin.

Li navçeya Lîce ya Amedê duh di demjimêrên sibehê de bejahiya navbera gundên Dêrxust û Sîsê hatibûn bombebarankirin û piştre pevçûn derketibû ev pevçûn bi demjimêran dom kiribû. Ji ber sedema bombebaranê li herêma çiyayî agir derketibû, her wiha hemwelatî jî çû bûn herêma şewat lê derketî û agir temirandibûn.

Dema ku wesayîtên zirxî yên leşkerî ber bi herêma operasyonê ve jî hatin sewqkirin, di dema derbazbûna wesayîta leşkerî de teqînê rû da bû, lê belê nehatibû aşkera kirin ku, ka mirî yan birîndar hene. Piştî teqînê veguhestinek mezin ber bi herêmê ve hatibû kirin, hema bêje rêya Amed-Çewlikê dûrpêç kiribûn. Îro di demjimêrên serê sibehê de jî li bejahiya Lîce û Hezroyê operasyonekî berfireh hate destpêkirin.

Di çarçoveya operasyona ku di demjimêr 05.00’ê siharê de hate destpêkirin, gelek helîkopteran leşker daxistin giran. Li gundên Cinezûr, Hiseynîg, Kerwas, Lîcok, Zengê û Entax yên Lîcê û gundên Helhel, Şimşim yên Hezroyê operasyonekî berfireh hate destpêkirin.

Hêjmarek zêde helîkopter leşkeran da dixînin girên stratejîk. Heya niha tu pevçûn derneketine, operasyon her ku diçe berfirehtir dibe.