Gêrîlayên ku duh di demjimêrên şevê de nêzî gundê Çeltîklî yê girêdayî navend Bedlîsê kontrola rê kirin, 6 cerdevanên ku di operasyona 15 gêrîlayên jin jiyana xwe ji dest dayî cih girtibûn hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, gêrîlayên HPG’ê duh di demjimêrên şevê de li herêma Hemkok ya nêzî gundê Çeltîklî yê girêdayî navend Bedlîsê kontrola rê kirin. Di vê navberê de karwana 3 wesayîtên ji Bedlîsê diçûn ji aliyê gêrîlayan ve hatin rawestandin û kontrola nasnameyan kirin.
Piştî kontrola nasnameyan, ji cerdevanên gundê Çeltîklî keyayê gund Arafat Melek jî di nav de 6 cerdevan ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatin binçavkirin. Cerdevanên din yên hatin binçavkirin navên wan wisanin: Îlyas Demîr, Davût Melek, Fesîh Bodûr, Sidik Bodûr û Bûrhan Çapar.
Di vê navberê de hate ragihandin ku, cerdevanên ji aliyê gêrîlayan ve hatine binçavkirin, cerdevanên ku tevlî operasyona ku 15 gêrîlayên jin jiyana xwe ji dest dayîn bibûn.