Li Bazidê terora polîsan ya li Amedê hat şermezarkirin

Li Bazidê terora polîsan ya li Amedê hat şermezarkirin

Rêxistina BDP'a Bazidê mudaxeleya tund ya 14'yê Tîrmehê li Amedê li hemberî gel hatiye meşandin bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir.

Nerazîbûnên li hemberî qedexekirina mitînga 14'yê Tîrmehê ya bi şîara "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" dê hatiba lidarxistin û mudaxeleya polîsan ya li hemberî gel berdewam dikin. Rêxistina BDP'a Bazidê bi daxuyaniyekê qedexe û mudaxeleya li hemberî mitîngê şermezar kir. Rêvebirên BDP'î jî di nav de gelek kesên ku li ber avahiya BDP'ê civîyan dirûşme berz kirin.

Rêvebirê BDP'a navçeyê Mehmet Bîrdal daxuyanî da û got; "Erdogan her tiştê ku rewa ye ji bo kurdan qedexe dike. Zihniyeta îxtîdara AKP'ê zihniyeta, 'zarok be jî, jin be jî çi hewce bike em dê bikin.'Ev zihniyeta xwe dubare kiriye. Gelek mirov bi hêzeke bê pîvan hatiye îşkencekirin û hatiye binçavkirin.